"Ev sedsal sedsala Kurdan e, kes nikare bibe asteng”

Nivîskar Alî Bayramoglu bal kişand ser aktoriya Kurdan li navçeyê û got: “Sedsala 21emîn sedsala kurdan e û tu kes jî nikare li ber vê yekê bibe asteng.”
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/854fb26f-bd17-424f-ac29-0b532e9d2e77/BasNewsKonferans.ism/manifest

K24 - Enqere

Li Enqerê di 27ê meha Sibatê de bi pêşengiya BasNewsê li Princess Otelê bi sernavê, “Li Rojhilata Navîn Dema Guherînê, panelek hate sazkirin. Di panelê de li ser şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn û serdema nû ya herêmê û gelemşeyên wê hate rawestîn.

Arîşeyên li Rojhilata Navîn her diçe girantir û kurtir dibin. Di qada cîhanê de jî ev mijar mijara serekeye ku rê li ber nîqaşên mezin vedike. Qayişkêşena dewletên bihêz û hewlên desthilatdariyê, rikberî, mîhwerî û aloziya mezheban, şerê sar yê bi Rojhilata Navîn ve girêdayî, hilweşîna tundrawiyê û encamên wê yên civakî, herwiha prosesa çareseriyê, têkîliyên Tirkiyê û Hikûmeta Kurdistanê, di panela BasNewsê de ji aliye axivgeran ve hat şîrove kirin.

Prof. Bîlal Sambur, nivîskar Alî Bayramogu, Prof. Ferhat Kentel, Dr. Arzu Yilmaz û nîvîskar Faysal Dagli wekî panelîst beşdarî bernameyê bûn û gotarên xwe yên derbarê mijarên giring yên li ser Rojhilata Navîn bo raya giştî pêşkêş kirin.

Di destpêkê de moderatorê panelê Prof. Bilal Sambur axivî û diyar kir ku li Rojhilata Navîn her kî xwedî hêz be ew dixwaze ku bi erka xwe vê erdnîgariyê veguhêrîne. Her wiha Sambur, derbarê hewlên bo serxwebûna Kurdistanê de jî wiha axivî: “Herêma Kurdistanê dixwaze bi rêyên aştêyane serxwebûnê pêk bîne ne bi riya şer û pevçûnan.”

Nivîskar Alî Bayramoglu di axaftina xwe de ji bilî aktoriya Kurdan bal kişand ser realîteya Îslamê ya li Rojhilata Navîn û diyar kir ku mirov nikare bêyî Îslamê behsa herêmê bike: “Sedsala 21emîn sedsala kurdan e û tu kes jî nikare li ber vê yekê bibe asteng.”

Akademîsyen Dr. Arzu Yılmaz jî di axaftina xwe de li ser netewperestiya Kurdan rawestiya û da zanîn ku ev yek ne li ser nîjadê lê li ser bingeha bedeldayînê û Kurdistanîbûnê reng û dirûv digire: "Di destnîşankirina nasnameyan de aktorê sereke kurd bixwe ne. Ev jî nîşan dide ku hin tişt li Rojhilata Navîn diguherin."

Nivîskar Faysal Dagli helwesta demên berê ya welatên li Rojhilata Navîn anî rojevê û got: "Dihate gotin ku Kurd nikarin xwe bi rê ve bibin lê îro rewş guherî Kurd sînorên Kurdan diparêzin."

Ferhat Kentel li ser mijareke cihêreng axifî û bi awayekî rexnegirî diyar kir ku gelek tişt li Rojhilata Navîn bi rêya sembolan têne temsîlkirin: "Di van demên dawîn de şer wekî tiştekî asayî tê dîtin, loma dema ku hun bibêjin em şer naxwazim jî ev wekî sedema şer tê dîtin."

Di dawiya bernameyê de Gerînendeyê Giştî yê BasNewsê Botan Tahsîn li ser armanca panela ku ji aliye BasNews û BasNûçeyê ve hate sazkirin agahî dan Kurdistan 24ê: "Me li Enqerê li ser vê mijarê panelek çêkir. Ew bername heye ku kar û çalakiyên asaskirinê panelê bûn."

Herwiha kesên wekî Misteşarê Serok Mesûd Barzanî, Karwan Muhammed Sabir, Parlementerê HDPê Adem Geverî, Midûrê TRT Kurdî Mustafa Ekîcî, lêkolîner Nacî Kutlay, Kevne parlementerê AK Partiyê Mehmet Emîn Dîndar, Şandeya Herêma Kurdistanê beşdarî di panelê bûn.