Nemrûd bûye cihê bêhnvedana welatiyan

Niştecihên Tetwan û Bedlîsê, di dawiya hefteyê de berê xwe didin bilindahiya Nemrûdê. Li aliyekî Gola Wanê, li aliyê din Gola Nemrûdê, ligel hewaya paqij demeke xweş derbas dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8b08fe79-e9db-49a7-a3dd-6ec598dfe67c/Nemrud%20Tatwan.ism/manifest

K24 – Bedlîs

Navenda Kaşûnê ya Tetwanê, di bêhnvedana dawiya hefteyê de mêvandariya gelê navçeyên derdorê dike. Niştecihên navçeyê dibêjin ew bi çarçavan li benda dawiya hefteyê dimînin daku xwe bigihînin bilindahiya çiyayê Nemrûdê.

Çiyayê Nemrûdê dikeve navbera Bedlîs û Tetwanê û ji navenda bajêr 13 kîlometre dûr e. Sîstema teleferîkê û cihê kaşê li wê derê hatine çêkirin û 2 hezar û 500 metre bilind e.

Niştecihên Tatwan û Bedlîsê, di bêhnvedana dawiya hefteyê de berê xwe didin bilindahiya Nemrûdê. Li aliyekî Gola Wanê, li aliyê din Gola Nemrûdê, hewaya paqij û dîmenên xweş. Zexta nav hefteyê, di nav dîmenên av û berfê de dihele û diçe.

Mamosteya dibistanê ku ji bajarê Edenê hatiye û li Tatwanê kar dike, dixwaze hemû welatiyên Tirkiyê ve xweşikbûnê bibînin: "Em ji Tatwanê hatin vê derê. Hebûna navendeke wiha nîmeteke mezin e. Hem bo welatiyan û hem jî bo heskiriyên kaşê derfeteke baş e. Ez dixwazim herkes were vê xweşikbûnê bibîne."

Navenda Kaşûnê di warê xizmetguzariyê de alîkariyek mezin bo welatiyan dike. Hinek bo seyranê, hinek bo werzişê tên. Bi piranî bo derbaskirina demeke xweş berê xwe didin vê derê. Dirêjtirin cihê kaşê li Tirkiyê wargeha Nemrûdê ye. Li aliyekî kaş, li aliyekî gola wanê û çiyayê Sîpanê Xelatê.

Welatiyek ku ji navenda Tatwanê hatiye dibêje, ew bo seyranê tevî hevalên xwe bo derbaskirina demeke xweş hatine vê derê: "Ji bo avêtina stresa nava hefteyê, em di dawiya hefteyê de tên vê derê. Em li vir hevalên xwe dibînin û demeke xweş derbas dikin. Hem cihê seyranê ye, hem jî cihê kaşê ye. Hin kes jî bi armanca werzişê bikar tînin."

Şer, têkoşîna jiyanê, debara malê, razîkirina heval û dost û zarokan, barê giran çêdike. Mirov dikare bêje, çiyayê Nemrûdê û Gola Wanê, li aliyekî berfa spî, aliyê din kesk û şîna golê, wî barî ji milê mirov digrin û dikêşin. Aramiyek di rih û dil de çê dikin.