Dîmenê tankên Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Televîzyona RENa Rûsî dîmênên tankên artêşa Tirkiyê yên li sînorê Sûriyê belav kirin. Di dîmenên televîzyona Rûsî de tê xuyakirin ku artêşa Tirkiyê li sînorê Sûriyê gelek tank û top bicîh kirine.
Li nûçeya televîzyonê, ew tank û top li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatine bicîh kirin. Lewma berê lûleyên tank û topan dane bajarê Kobanî ku di bin kontrola Kurdan de ye.
Televizyona Rûsî ragihand ku li sînor herî kêm 6-7 tank amade ne û ew hêzên Tirkiyê dibe ku ji nişka ve derbasî Sûriyê bibin. Herwiha hat diyarkirin ku hê jî veguhestina amûrên leşkerî bo herêmê berdewam e.