Sîyasetmedarên Tirkiyê “Referandûma Serxwebûnê” dinirxînin

Sîyasetmedarên Tirkiyê ku serxwebûnê, wek pêngaveke erênî dibînin, dibêjin ku divê her kes bi rêzdarî nêzîkî daxwaza mafê diyarkirina çarenûsê ya neteweyan bibe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/37807b21-bab0-4532-a11f-0257041544c7/ReferandomKurdistan.ism/manifest

K24 – Enqere

Biryara ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo “Referandûma Serxwebûnê” daye ji aliyê siyasetmedarên Tirkiyê ve hat nirxandin. Sîyasetmedarên ku serxwebûnê, wek pêngaveke erênî dibînin, dibêjin ku divê her kes bi rêzdarî nêzîkî daxwaza mafê diyarkirina çarenûsê ya neteweyan bibe.

Piştî ku Serok Mesûd Barzanî biryara “Referandûma Serxwebûnê” ragihand rayedarên PDKê, bilez û bez dest bi amadekariyan kirin. Ev biryara Serok Barzanî ji parlamenterên Tirkiyê hat pirsîn. Ji AKPê heta CHPê û herwiha ji aliye parlamentaran ve bi nêzîkbûneke hevbeş hat parvekirin. Li gorî vê nêzîkbûna hevbeş di demeke nêzîk de li Rojhilata Navîn dê ernîgeriya herêmê ji nû ve bê sazkirin. Derbarê mijarê de Perlamenterên AKPê ragihandin ku ew û Kurd birayê hev in û di navbera wan de tu nexweşî tûne ye.

Herwiha Biryara referandumê, têkîliyên bazirganî û helwesta Malîkî ya li dijî van rûdanan ji aliye parlamenteran ve jî hat şîrove kirin. Parlamenterê AKPê Metîn Gundogdu ji Kurdistan24ê re got: "Em bi çavekî cuda li Kurdên Bakurê Iraqê nanêrin. Têkîliyên me bi wan re gelekî xurt in. Divê dema referandûmê jî were. Malîkî dixweze şerê di navbera şîî û sûnniyan de gurtir bike."

Siyasetmedarên CHPê li ser aramî û aştiya herêmê diyar kirin ku di şuna rêxistinên wek DAÎŞê de pêdivî bi rêveberiyên demokratîk ên nerm-miyanrew ku xwedî tecrûbeya dewletê ne heye. Parlamenterê CHPê Orhan Saribal jî mijar wiha nirxand: “Di serdema ji nû ve sazkirina Rojhilata Navîn de tu înîsîyatîfa Tirkiyê tûne ye. Herwiha bandora me ne li ser Kurdistana ku li Iraqê û ne jî li Sûriyê tê xwestin were avakirin nîn e.”

Li gor HDPê jî, mînaka “Referandûma Serxwebûnê” li gelek welatên cîhanê heye û gelê Başûrê Kurdistanê jî dikare bi awayekî demokratîk çareseriyekê peyda bike. Parlamenterê HDPê Garo Paylan nerîna xwe wiha anî ziman: "Hemû gel xwediyê tayînkirina mafê çarenûsa xwe ne. Kurdistana Iraqê jî xwediyê wî mafî ye. Divê her kes jî hurmetê nîşan bide."

Rûdanên derbarê “Referandûma Serxwebûnê” de ku ji ber êrîşên DAÎŞê hatibû bişûn de xistin wiha xuya ye ku di rojên pêş de careke din wê bikeve rojeva Tirkiye û cihanê.