Li Şedadê du bombe teqiyan: Du kes mirin sê birîndar bûn

Ev ne cara yekemîne ku,bombeyên çandinî bi welatiyan de diteqin, Duh, li bajarokê Minbicê jî di encama teqîna bombeyekî zarokekî canê xwe ji dest da û bavê wî jî bigranî birîndar bû.

K24-Şedadê

Di encama teqîna du bombeyan derdora bajarokê Şedadê li ser rêya Spî ya başurê bajarê Hesekê, du kesan canê xwe ji dest û sê kesên din jî birîndar bûn.

Li gor welatiyên wê deverê DAIŞê bi dehan bome li gundên bajarokê Şedadê çandine, piştî rizgarkirina wê ji aliyê Hêza Sûriyê ya De,okratîk(HSD) tîmên baqijkirina wan mayîna destpê kirye, lê hin welatî haj ji xwe namînin û pêl wan bombeyan dikin, di enam de jî bi wan de diteqin.

Li derdora bajarokê Şedadê taybet li ser rêya Spî li başurê bajarê Hesekê du bombeyên çanbdî teqiyan di encam de du welatiyên sivîl cane xwe ji dest dan,herwiha sê kesên din jî birîndar bû, ew birînda ji aliyê welatiyan ve hatin veguhezin nexweşxaneya Hesekê.

Ev ne cara yekemîne ku,bombeyên çandinî bi welatiyan de diteqin, Duh, li bajarokê Minbicê jî di encama teqîna bombeyekî zarokekî canê xwe ji dest da û bavê wî jî bigranî birîndar bû.