Amerîka dest bi êrîşên elektrony li ser DAIŞê kir

Di heftiya borî de Amerîkayê ragehandibû ku, hêzeke wan ya taybet pilan û serperştiya rizgarkirina bajarokê Şedadê kirbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê  ya Amerîkayê ragehand ku, ew êrîşên elektrony li ser DAIŞê li Iraq û Sûriyê encam didin.

Derbarê wan êrîşan de, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter di daxuyaniyekê de tekez kir ku, ew bi wan êrîşan rê li pêşiya kontirolkirina DAIŞê ji çekdarên xwe re digre. Da zanîn ku, welatê wî pêşbîniya firehkirina opoerasyonên li ser DAIŞê dike.

Carter aşkere kir ku, alavên ku niha di êrîşên xwe de bikartînin nû ne, herwiha ew alav wê DAIŞê bike cihê tirs û mitaliyê  de.

Ji aliyê xwe ve jî pisporekî leşkerî yê Amerîkayê aşkere kir ku, ew êrîşên Elektrony amadekariyên rizgarkirina bajarê Mûsilê ne, tekez kir ku, ew naxwazin dujminê wan cih, çawanî  û dema êrîşan bizane.

Di heftiya borî de Amerîkayê ragehandibû ku, hêzeke wan ya taybet pilan û serperştiya rizgarkirina bajarokê Şedadê kirbûn.