Efrîn: ENKS û PDK-Sê 37emîn koçkirina Mela Mistefa Barzanî bibîr tîne

Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi boneya salvegera 37emîn ya koçkirina Mela Mistefa Barzanî re, simînarek birêve birin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi boneya salvegera 37emîn ya koçkirina Mela Mistefa Barzanî, simînarek birêve birin.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo ji K24ê re derbarê wê simînarê de ragihand ku, simînar bi beşdarbûyîna Serok û endamên Encûmena Xwecihî, hejmarek ji kadroyên PDK-Sê û rewşenbîrên herêmê, hat birêvebirin.

Apo diyar kir, destpêkê, kêlîkek bêdeng li ser giyanê Barzaniyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê hat rawestandin, piştre, peyva pêşwaziyê hat xwendin. Herweha Serokê Encûmena Xwecihî ya Efrînê, Hisên Îbiş gotina ENKSê xwend, Ebdilrehman Apo, gotina ragihandina navendî ya PDKSê xwend, û tê de, li ser têkoşîna Barzanî axivî.

Herwiha, gotina Rêxistina Jinê ji aliyê Eyşê Hemzê ve hate xwendin. Piştre, hin ji beşdarbûyînan, li ser pesnên nemir Mela Mistefa Barzanî axivîn.

Îro, 1ê Adarê 37emîn salvegera koçkirina Mela Mistefa Barzanî ye, bi vê boneyê jî, salane li Efrînê ji aliyê partiyên siyasî û xelkê Efrînê jiyan, xebat û têkoşîna Mela Mistefa Barzanî bibîr tê.