Li taxa Şêx Meqsûd şer berdewam e
K24-Navenda Nûçeyan
Li taxa Şêx Meqsûd ya Kurdan li Helebê Şerê di navbera Yakîneyên Parastina Gel(YPG) û Cebhet El-Nûsrayê û Ehrar El-Şam berdewam e, di encama tobarana şevê din 6 kes bûne qurbanî.
Derbarê amarên nû yên şerê YPG û Cebhet El-Nûsrayê û Ehrar El-Şam Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir, tê de wiha hatibû gotin:"Şeva borî çekdarên Cebhet El-Nûsrayê û Ehrar El-Şam êrîşî taxa Şêx Meqsûd li Helebê kirin, di encam de du zarokan jiyana xwe ji dest dan û 5 kesên din jî bi giranî birîndar bûn."
Ev meheke şer di navbera YPGê û grûpên Islamî de li her du taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd yên Kurdan li Helebê berdem e. di encam de dehan welatiyên sivîl hatine kuştin.