Li Rojava banka pereyan tê damezrandin

Berî niha Asayîşa Rojava hemû kesên ku, di xerçkirin û veguheztina deravan de kar dikin agehdar kir bûn ku, her veguheztineke yan jî wergirtineke pereyan pêwîstî bi muhlet û zanyariyan heye.

K24-Qamişlo

 Encûmena Yasadananê ya ser bi li Kantona Cizîrê di Rêveberiya Xweser de, biryara damezrandina bankekî pereyan û Encûmena Bilined ya weberhênanê li Rojavayê Kurdistanê pesen kir.

derbarê pesendkirina wan her du biryaran Ofîsa Ragehandinê ya Encûmena Yasadanê ya ser bi kantona Cizîrê di Rêveberiya Xweser de, daxuyaniyek  belav kir, tê de ragehand ku, Encûmena Yasadananê di civîna xwe ya duh, li bajarê Amûdê hatî li darxistin çend biryarên girin derbarê aboriya Rojavayê Kurdistanê pesend kir.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, ji wan biryarên ku hatine pesend kirin damezrandina bankekî pereyan ne, herwiha damezrandina Encûmena Bilind a Weberhênanê li Rojavayê Kurdistanê ye.Encûmenê Yasadanên aşkere kir jî ku , ew bank wê bi Serokê Encûmena Cîbcîkar ve girêdayî be, herwiha  pêngaveke bo keşkirina rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê.

Berî niha Asayîşa Rojava hemû kesên ku, di xerçkirin û veguheztina deravan de kar dikin agehdar kir bûn ku, her veguheztineke yan jî wergirtineke pereyan pêwîstî bi muhlet û zanyariyan heye.