Hewreman: Jiyan li ser çiyan û di nav berfê de

Her sal ji seranserê Kurdistan û cihên din ên cîhanê hejmareke zêde ya xelkê bo beşdarbûna merasîma Zemawendî-Şahiya Pîr Şalyar bere xwe didin Hewrema Text a Rojhilatê Kurdistanê.

K24 - Hewlêr

Her sal ji seranserê Kurdistan û cihên din ên cîhanê hejmareke zêde ya xelkê bo beşdarbûna merasîma Zemawendî-Şahiya Pîr Şalyar bere xwe didin Hewrema Text a Rojhilatê Kurdistanê. Bajarokê Hewremana Text ku merasîma Pîr Şalyar lê birêve diçe, bûye cihekî girîng û geştyarî û xwezaya wê ya ciwan û bêwêne bala geştyaran dikşîne. Hewremana Text dikeve cihekî çiyayî û rêyên wê yên dijwar jî gelekî bala turîstan dikşînin.

Hewreman gelek wateyan dide, yek ji wan tê wateya welatê welatê Ahura yan cihê Ahura Mezda ye û wateyeke din jî hilatina rojê ye. Zemawenda Pîr Şalyar her sal di nîvê duyem ê demsala zivistanê de û bi destpêka çileye biçûk li Hewremana Text dest pê dike. Zemawend êvara roja Sêşembê bi kevneşopiya “Kote Kote”ji aliye zarokan ve dest pê dike.

Zarok xelkê gund agahdar dikin ku sibe Zemawenda Pîr Şalyar e. Li ber deriye malan dikin hawar û dibên; “KoteKote - KlawRojne”. Xwediyên malan jî diyariyekê dixin turikê zarokan. Sibeha roja din jî zarok li nav kolanan kevneşopiya-nerîta “KlawRojne”(Kuleka ku roj têre li hundir dixe) birêve dibin. Şahiya Pîr Şalyar yek ji kevintirîn cejnên Zerdeştiyan e li Kurdistanê ku dîroka wê vedigere berî Îslamê. Zemawend an Şahî bi dabeşkirin-belavkirina gwîzên baxê Pîr Şalyar li nav xelkê dest pê dike.

Serê sibeha roja Çarşembê li ber deriye mala Pîr Şalyar pez û mî tên qurbanîkirin. Xwîna qurbaniyan ji ser banê malan ve dirije ser banên din. Goştê qurbaniyan li nav xelkê gund tê belav kirin û beşek jî dibe tirşikeke taybet bi navê “Helûşîne Tişî” ku xwarineke pîroz tê dîtin û bi hezaran sal e ji aliyê xelkê Hewreman ve tê çêkirin.

Roja Pêncşemê govend dest pê dike ku niha bûye semaya derwêşan. Hejmareke zêde ya derwêş û xelkê Hewreman li ber mala Pîr Şalyar dest bi sema û zikrê derwêşan dikin. Di dema Zemawenda Pîr Şalyar de her malbateke Hewremana Text hemû kevneşopiyên bav û bapîrên xwe yên berî bi hezaran sal cîbicîh dikin.

Di zemawenda Pîr Şalyar de, sewikeke taybet û tamxweş bi nave “Gête Meje” tê çêkirin ku xwarineke pîroz e di wê şahiyê de. GêteMeje ligel mast li ser mezara Pîr Şalyar tê xwarin û piştre dîsan sema dest pê dike. Li tenişt mezara Pîr, keç û jin parçe qumaşekî bi sê girêkan girêdidin ku tarîxeke wê ya kevin heye:

Zemawenda Pîr Şalyar û Sedsala Zerdeştiyan bi hev re birêve diçin û li gor tekstên qedîm ên dîrokî, Pîr Şalyar yek ji pîrên naskirî yê ola Zerdeştî bûye ku jiyana xwe bo belavkirina ola Zerdeştî li Kurdistanê veqetandiye. Kitêbeke Pîr Şalyar bi zimanê Kurdî ya bi nave “Marîfetûpîrî”hebûye ku yek ji tekstên pîroz ên Kurdistanê ye.

Beşê Dokumenterî yê Kurdistan24ê bo amadekirina çend beş dokumenterî li ser Hewreman û Zemawenda Pîr Şalyar serdana Hewremana Text a Rojhilatê Kurdistanê kir û zêdeyî 20 rojan li Hewreman ma. Pîrê Şalyar yek ji wan beşên dokumenterî ye ku Ezîz Mûradî amade kiriye û di demeke nêzîk de temaşevan dikarin li ser ekranên Kurdistan24ê bibînin.

Hewreman: Jiyan li ser çiyan û di nav berfê de
Hewreman: Jiyan li ser çiyan û di nav berfê de
Hewreman: Jiyan li ser çiyan û di nav berfê de
Hewreman: Jiyan li ser çiyan û di nav berfê de
Hewreman: Jiyan li ser çiyan û di nav berfê de
Hewreman: Jiyan li ser çiyan û di nav berfê de
Hewreman: Jiyan li ser çiyan û di nav berfê de
Hewreman: Jiyan li ser çiyan û di nav berfê de
Hewreman: Jiyan li ser çiyan û di nav berfê de
Hewreman: Jiyan li ser çiyan û di nav berfê de