Herêma Kurdistanê piştevaniya sîstema federalîzmê li Sûriyê dike

Bo pêşeroja Sûriyê û pêkhatina aramî û hevpariyeke rastî li Sûriyê Serokayetiya Herêma Kurdistanê piştevaniya sîstema federalî li Sûriyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bo pêşeroja Sûriyê û pêkhatina aramî û hevpariyeke rastî li Sûriyê Serokayetiya Herêma Kurdistanê piştevaniya sîstema federalîzmê li Sûriyê dike.

Berdevkê fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji malpera fermî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku, derbarê pêşeroja Sûriyê û pêkhatina aramî û hevpariyeke rastî li Sûriyê, Herêma Kurdistanê piştevaniya system ferderalîzmê li Sûriyê dike.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê bo wê mebestê jî daxwaz ji aliyên Kurdî yê li Sûriyê dike, ku yek helwest bin û bi bernameyeke siyasî ya hevbeş daxwaza federaliyê bo pêşeroja Sûriyê bikin.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Ryabkov roja 29 Sibatê ragihandibû ku, federalîzm bijardeyeke baş bo Sûriyê. Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Kerry jî gotibû ku, êdî zehemete Sûriye vegere wek berê û herêmên federal lê çênebin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Sûriyê Beşar Esed derbarê bîroya sîstema ferderalî li Sûriyê, bi dûr nebîne û ragihand, her guhartinek dive bi riya guftûgoyê bête encamdan.

JI aliyê Kurdî ve, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) fermî ragihandiye, ew bo Rojavayê Kurdistanê daxwaza federaliyê dike.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), modîla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê di 21, 27, 29 Çileya 2014an de li ser sê kantonan (Cizîr, Kobanê, Efrîn) ragihand.

Lê piştî ku PYD û bo danûstandinên Cenêv-3 nehat vexwandin, hin berpirsên PYDê piştgîriya xwe bo modêla federalîzmê ji Sûriyê re ragihandin.
Pênc sal in li ser krîza Sûriyê derbas dibe, li gor rêxistinên navdewletî, ev şer bûye sedema kuştina nîv milyon kes li Sûriyê, herwiha koçberbûna nîzîkî 11 milyon welatiyên Sûrî.