De Mistura: Egera serketina agirbestê ne diyar e

Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê derbarê agirbesta li Sûriyê de dibêje, agirbest sist e û egera biserketina wê jî ne diyar.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê derbarê agirbesta li Sûriyê de dibêje, agirbest sist e û egera biserketina wê jî ne diyar.  

Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura îro berya civîna wî ligel Grûpa Kar ya derbarê gihandina alîkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî li Sûriyê de ragihand, agirbesta li Sûriyê sist e, ne diyar jî ku biser keve, lê hin pêşketin jî heye.

De Mistura amaje kir, hîn li parêzgehên mîna Hema, Hums, Laziquye û Şama paytext şer û pevçûn berdewam in.

De Mistura gotibû, “Divê Amerîka û Rûsyayê bi armanca biserketina agirbesta li Sûriyê kar bikin, eger na wê demê emê neçar bin ku danûstandinên aştiyê lipaş bixin.” 

Danûstandinên Cenêv3, ya di navbera rêjîm û opzîsyona Sûriyê de, di 29ê Sibatê de dest pê kirin, di 3 Sibatê hatin rawestandin û bo 25ê Sibatê hatin paşxistin. gera duyem dê di 9ê Adarê de destpê bike.