Asayişa Efrînê xortan bo Erka Xweparastinê digire

Asayişa Efrînê ji bo leşkeriya neçar bi dehan kes ji gundên navçeya Bilbilê ya Efrînê desteser kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Efrînê ji bo leşkeriya neçar bi dehan kes ji gundên navçeya Bilbilê ya Efrînê desteser kirin.

Gundiyên gundê Qirigolê îro ji K24ê re ragihandin ku, Asayişa Efrînê, îro bi ser gundên (Qirigol, Hesendêra, Bêlê, Kotana) yên navçeya Bilbilê girtin û hejmarek ji xortên wan gundan bo leşkeriya neçar desteser kirin.

Li gor gundiyan jî, ku hejmarek ji xortên din yên gundên navçeya Bilbilê, ji ber hêzên Asayişê ber bi çiyan û zeviyên zêtûnê reviyan.

Li gor ku ji K24ê re hatiye ragihandin, ku navên çend kesên hatine ji aliyê Asayişa Efrînê ve hatine girtin ev in, Rizgar Silêman, Şiyar Sîdo û Mihemed Îbo ne.

YPGê, ji demekê de li bakurê Helebê dest bi operesyonekê kiriye, firokxaneya Minigê ya leşkerî, bajrokê Til Rifat û Mariê û gundên derdora wan girt. Bo beşdariya di wan operesyonan de jî, Asayişa Efrînê xortan bo Erka Xweparastinê digire.