Grûpên îslamî taxên Kurdan li Helebê topbaran dikin 2

Grûpên îslamî taxên Kurdan li Helebê û gundên Efrînê dan ber topan, herî kêm jî 2 kes hatin kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên îslamî taxên Kurdan li Helebê û gundên Efrînê dan ber topan, herî kêm jî 2 kes hatin kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, Eniya el-Nusra û Tevgera Ehrar Şam ve, bi topên Hawinan êrîşî taxa Şêx Meqsûd ya Kurdî li Helebê kirin, di encamê de, 2 kes hatin kuştin, 25 kesên din jî birîndar bûn, piraniya wan jî zarok bûn.

Her li gor Rewangehê, şer û pevçûn di navbera grûpên îslamî û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Başemrê ya li başûrê Efrînê derket. Lê ti encamên wî şerî nehat aşkerekirin.

Taxa Şêx Meqsûd û Eşerfiyê 2 taxên Kurdan in li Helebê, ji Adara 2013an de, ji aliyê grûpên îslamî ve tên topbarankirin. di encam de dehan welatiyên sivîl hatine kuştin.