Pêşmergeyan li Keskê êrîşeke DAIŞê vala derxistin
K24 – Hewlêr
Berdevkê Pêşmergeyên Zêrevanî Lîwa Azad Hewêzî ragihand ku vê sibê li eniya Keskê çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên Pêşmerge kirine û Pêşmergeyan jî bi tundî bersiva wan dane.
Derbarê êrîşa îro de Azad Hewêzî agahî dan Kurdistan24ê û got: "Îro saet 6ê serê sibehê ji ber ku gelek mij û dûman hebû çekdarên DAIŞê li eniya Keskê êrîşî Pêşmergeyan kirin û Pêşmergeyan jî bi tundî bersiva wan dan."
Hewêzî da zanîn ku çekdarên DAIŞê êrîşî sêrêya Keskê, birca Keskê ê Aska Mûsilê kirine lê Pêşmerge rûbirûyê wan bûne û nehiştine gavekê jî pêşde werin.
Li gor Hewêzî heta niha jî nav bi nav şer berdewam e û firokên şer ên Hêzên Hevpeyman jî li eniya Keskê çekdarên DAIŞê bombebaran dikin.