Her diçe nîqaşên li ser Destûra Nû germtir dibin

Her diçe li Tirkiyê nîqaşên li ser destûra nû germ û gurtir dibin. Partiyên opozîsyonê îdia dikin ku destûra nû ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve tê amade kirin.

K24 – Enqere

Her diçe li Tirkiyê nîqaşên li ser destûra nû germ û gurtir dibin. Partiyên opozîsyonê îdia dikin ku destûra nû ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve tê amade kirin.

Partiyên opozîsyonê yên di parlamentoyê de îdîa kirin ku AKPê bi eweliyatên xwe pêşiya Komîsyona Lihevkirinê ya Destûrê girtiye û wekî dema borî nehiştiye ku komîsyon karê xwe bidomîne.

Li gor partiyên opozîsyonê, armanca AKPê by-pass kirina îradeya neteweyî ye. Tê xwestin ku destûra nû ne bi rêya lihevkirinê lê bi rêya şêwaza 12ê Îlonê bo gel bê peşkeş kirin.

Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Emîn Haluk Ayhan got: "Tê gotin ku serokkomar, ji bo amadekirina reşnivîsa destûrê ligel ser şêwirmendên xwe komîsyoneke taybet ku ji 20 kesan pêk tê daniye. Wiha xuya ye ji bo ku ev reşnivîs bê qebûlkirin wê AKP li parlamentoyê xebateke mezin bike."

Herwiha li parlamentoyê hat ragihandin ku eger pergala serokatiyê di destûra nû de bê bicîhkirin dê eyalet jî li Tirkiyê peyda bibin û ev yek jî wê rê li ber guhertina rejîmê veke.

Li ser heman mijarê Parlamenterê CHPê Omer Suha Aldan jî nerîna xwe wiha anî ziman: "Eger bibêjin “em doza pergala serokatiyê nakin” em dê yekser li ser maseyê rûnin. Jixwe niha em bi nîvserokatiyê tên birêvebirin. Lê bi awayekî de facto Tirkiye bi serokatiyeke temam tê birêvebirin."

Partiyên opozîsyonê di wê baweriyê de ne ku armanca destûra nû ew e rê li ber daxwaza serokatiyê ya Erdogan bê vekirin.