Operasyonên li dijî Kurdan berdewam in

Li dijî gelê kurd operasyonên siyasî yên ku ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve têne pêk anîn berdewam in. Li 5 bajaran ku 2 hevşaredarên Kurd jî di nav de cih digirin bi dehan kes hatin binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li dijî gelê Kurd operasyonên siyasî yên ku ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve têne pêk anîn berdewam in. Li 5 bajaran ku 2 hevşaredarên Kurd jî di nav de cih digirin bi dehan kes hatin binçav kirin.

Li Êlihê xebatkarê Şaredariya Êlihê Halîs Tûran hat binçavkirin. Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî, polîsan bi ser xaniyê kesekî bi navê Mehet Çete de girtin. Di operasyonê de narincok hat bikaranîn. Di encama teqîna narincokê de di xênî de xisareke mezin çêbû. Ligel Ahmet û Mehmet Çete, 2 kesên din jî hatin binçavkirin. Herwiha li navçeya Giyadînê Hevşaredara Giyadînê Hazal Aras, Lutfu Demîr, Fevzî Kahraman û Ferhat Bîrgul bi sedema “endamtiya rêxistinê” hatin binçav kirin.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, kesên bi navê Farûk Aydin û Sûphî Soylemez ku ên berî du rojan hatibûn binçavkirin, bo dadgehê hatibûn şandin. Aydin serbest hate berdan, lê Soylemez hate girtin.

Li Geverê jî Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz ku di êrîşa polîsan de birîndar bûbû û 96 rojan tam 15 caran emeliyat bûbû piştî ku ji nexweşxaneyê derket hat binçavkirin. Li navenda parêzgeha Edîrneyê jî ligel xwendekarên zanîngeha Trakyayê gelek HDPyî hatin binçavkirin.