Demîrtaş: "Hûn parêzbendiyê rakin jî em stûyê xwe natewînin"

Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş li Diyarbekirê derbarê rakirina parêzbendiya xwe û parlementerên HDPê de axivî û hikûmeta AK Partiyê rexne kir.

K24 – Diyarbekir

Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş  li Diyarbekirê derbarê rakirina parêzbendiya xwe û parlementerên HDPê de axivî û hikûmeta AK Partiyê rexne kir.

Demîrtaş got; "Hêza dewletê di destê we de ye, hûn dikarin bi wê hêzê zordariyê li me bikin lê tevî kuştin û zilmê, ma hûn dibêjin qey dema we parêzbendiya me rakir êm ê stûyê xwe li ber we xwar bikin. Em stûyê xwe xwar nakin." 

Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş, bi parlementer, rêvebirên saziyên sivîl û siyasetmedaran re beşdarî "Nimêja Îna ya Sivîl" bûn. Demîrtaş piştî nimêjê derbarê aloziyên li Sûrê, pevçûnên li Bakur û daxwaza rakirina parêzbendiya xwe û parlementerên HDPê de axivî. Demîrtaş got; li Bakur, ji bilî mirin, kuştin û êşa tiştek din nîne û incax ev pirsgirêk li ser mase û bi rêya axaftinê çareser bibe.

Demirtaş ragihand ku, heger di nava bajaran de şervanên çekdar jî hebin mafê ti kesê nîne ku bi tang û topan avahiyan hilweşînin. Hevserokê HDPê Demîrtaş, derbarê daxwaza rakirina parêzbendiyê de jî ragihand ku, bi rakirina parêzbendiyan jî, zilma ti kesan qebûl nakin û stûyê xwe li ber ti kesê natewînin.