Di meha Sibatê de 26 jin hatine kuştin

Li gor agahiya saziyên sivîl di meha Sibatê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 26 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Li gor agahiya saziyên sivîl di meha Sibatê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 26 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Ji sedî 26ê jinan ji ber daxwaza ji hev berdanê û ji sedî 8ê jinan jî ji ber redkirina hevaltiyê hatine kuştin.

Di meha Sibatê de, 149 bûyerên tundî yên ku li ser jinan hatine kirin di çapemeniyê de cih girtin. Di civatê de bûyerên wek kuştin, destdirêjî, birîndarkirina jinan rû dane.

Ligel kuştina 26 jin, 8 mêr jî hatine kuştin. Di kuştina jinan de ji sedî 74 çek hatiye bikaranîn. Di her çar bûyerên kuştinê de herî kêm yek, li kolanan pêk hatiye.

Ji aliyê din ve tê diyarkirin ku piraniya kujeran, nas û xizmên jinan e. Ji sedî 11,5ê bûyerên tundiyê piştî, biryardayîna parastinê ya jinan pêk hatiye.

Di meha Sibatê de bûyerên dest dirêjiyê yên li ser jinan zêdetir bûne. Li gor agahiyan, dest dirêjî li 16 jin û keçan hatine kirin. Ji sedî 19ê jin û keçên ku rastî dest dirêjiyê hatine, astengdar in.

Hat diyar kirin ku mêr karên kirêt bi 73 jinan dane kirin. Ji van 72 jin welatiyên biyanî ne. Sazî û dezgehên ku li ser tundiya jinan dixebitin dest nîşan dikin ku divê di cizayên kujeran de, daxistin çêne be û zagon li gor maf û azadiya jinan were sererastkirin.