Di nimêja înê de peyamên aştiyê hatin dayîn

Miftiyê Diyarbekirê yê berê û parlementerê HDPê Nîmettullah Erdogmuş, xûtbe bi Zazakî, Kurmancî û Tirkî xwend û behsa Peymana Aştiyê ya Hudeybiyeyê kir.

K24 - Diyarbekir

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş  li Diyarbekirê, bi parlementerên HDPê re nimêja Înê ya sivîl kir. Demîrtaş derbarê daxwaza rakirina parêzbendiya xwe û parlementerên HDPê de axivî û hikûmet rexne kir. Demîrtaş got; “Bi rakirina parêzbendiyan em stûyê xwe natewînin.” Miftiyê Teqawît û Parlementerê HDPê Nîmettullah Erdogmuş jî xutmeya nîmêja Înê xwend û behsa Peymana Aşîtiyê ya Hudeybiyeyê kir.

Cemaet, îro li Parqa Sumer ya li nava bajarê Diyarbekirê ji bo ku nimajê Înê ya Sivîl bikin kom bûn. Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, parlementer, rêvebir û nûnerên partiyên siyasî jî li wir hazir bûn.  Parlementerê HDPê Nîmettullah Erdogmuş e ku di heman demê de miftiyê Diyarbekirê yê berê ye, xûtbe bi Zazakî, Kurmancî û Tirkî xwend û behsa Peymana Aştiyê ya Hudeybiyeyê kir. Ev peyman, di sala 628an de di navbera Misilmanên Medîneyê û Muşrikên Mekkeyê de hatibû îmzekirin. Erdogmuş di xûtbeyê de got “Bila hikûmet aştiyeke dadperwer pêşniyar bike emê jî feragat bikin.”

Piştî nimêjê, ji bo ku şer û pevçûnên li Bakur û cîhanê bidawî bibin bi hezaran kesan bi hev re dia kirin. Dûv re Hevserokê HDPê Selaheddîn Demîrtaş, li ser otobusa HDPê derbarê aloziyên li Sûrê, pevçûnên li Bakur û daxwaza rakirina parêzbendiya xwe û parlementerên HDPê de axivî. Demîrtaş got; li Bakur, ji bilî mirin, kuştin û êşê tiştek din nîne û incax ev pirsgirêk li ser mase û bi rêyên axaftinê çareser bibe.

Demîrtaş wiha got: “Hûnê nikarin îradeya me ya siyasî zept bikin. Bila gelê me di van rojên zor û zehmet de, îtîfaqa xwe qewî bike.  Helbet dê berxwedana we aştî û biratiyê bîne ser vê axê. Heger ku em israr bikin dê aştiyeke adil bê. Bila ciwan neyên kuştin,  çi hesabê we hebe ligel me bibînin.”

Bi banga Hevserokê HDPê Demîrtaş û hevserokên KCDê û DBPê ji bo ku operasyonên li navçeya Sûrê rawestin 2ê Adarê bi hezaran kes derketibûn kolanan. Di navbera xwenîşandar û polîsan de pevçûn derketibûn û 34 kes hatibûn desteserkirin. Lêpirsîna derheqê 34 kesan li ewlehiyê didome.  Ji ber gotinên Demîrtaş, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê li ser wî lêpirsin dabû destpêkirin. Ji hêla din ve her roj li saet 4ê êvarî hejmareke xelk li kolanên bajêr operasyonên li Sûrê protesto dikin.  

Li navçeya Sûrê ev 94 roj in ku di navbera Şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên ewlekariya Tirkiyê de şer û pevçûn hene û heta niha sivîl, şervan û hêzên ewlekariyê jî di nav de kêmzêde 350 kesan canê xwe ji dest dane. Ji hêla din ve her ku diçe hejmara xelkê ji jêrzemînên avahiyên di nava pevçûnan de derdikevin jî zêde dibe. Heta niha kêmzêde 45 kesan xwe radestî hêzên ewlehiyê kirine. Li gorî hin çavkaniyan, navbera 20-30 şervanên çekdar û derdora 150 kesên sivîl li cihên cûda yên 6 taxên Sûrê hene. Li gorî agahiyên fermî pevçûnên li Sûrê ber bi bidawîbûnê ve diçin.

Di nimêja înê de peyamên aştiyê hatin dayîn
Di nimêja înê de peyamên aştiyê hatin dayîn
Di nimêja înê de peyamên aştiyê hatin dayîn
Di nimêja înê de peyamên aştiyê hatin dayîn
Di nimêja înê de peyamên aştiyê hatin dayîn
Di nimêja înê de peyamên aştiyê hatin dayîn
Di nimêja înê de peyamên aştiyê hatin dayîn
Di nimêja înê de peyamên aştiyê hatin dayîn