“Bila 8ê Adarê bo jinan bibe betlaneya fermî”

Ji bo 8ê Adarê Roja Jinan bibe betlaneya fermî, pêşniyazek radestî Parlamentoya Tirkiyê hate kirin. Pêşniyaz ji aliyê parlamenterên HDP û CHPê ve hate kirin.

K24 – Enqere

Ji bo 8ê Adarê Roja Jinan bibe betlaneya fermî, pêşniyazek radestî Parlamentoya Tirkiyê hate kirin. Pêşniyaz ji aliyê parlamenterên HDP û CHPê ve hate kirin.

Parlamentera CHPê ya Enqerê Şanal Sarihan û Parlamentera HDPê ya Stenbolê Filiz Kerestecioglu ev pêşniyaz li parlamentoyê kir û tê de hate gotin ku li 21 dewletên ku Çîn, Rûsya, Azerbeycan, Qezeqîstan, Qirgizîstan jî di nav de, 8 Adarê betlaneya fermî ye.

Herwiha di pêşniyazê de mafên jinan hate rêzkirin û wiha hat gotin; “Hemû mafên jinan tên binpêkirin, jin bi tundî, zext û tacîzê ve rûbirû dimîne. Li Tirkiyê jî heta niha ji aliyê gelek sazî û însiyatîfên sivîl daxwaz hatiye kirin ku 8ê Adarê bibe betlaneya fermî.”