Damnark bi 400 leşker û firokeyên F16 dişîne Iraq û Sûriyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Danmarkê dibêje, ku welatê wî rola xwe di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIşê de ferehtir dike û hêzekî taybet dişîne Iraq û Sûriyê.
Serokwezîrê Danmarkê Larson Lukî Rasmosen ragihand ku, Komîta Derve ya Pelementoya Danmarkê pêşniyara hikûmetê derbarê şandina 400 leşker û firokeyên ji cureya F16 bo Iraq û Sûriyê pesend kir.
Herwiha Rasmosen amaje bi wê yekê kir, ku niha hikûmetî ew pêşniyar ji parlementoyê re rakiriye, bo biryara dawî li ser wê were dengdan, ku biryar e 19ê meha bê de, ew proje birêve biçe.
Heta niha Danmarkê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de, ji bilî beşdariya di şerê li Iraqê nekirye, ku bi 7 firokeyên F16 bo Iraqê beşdar e.
Herwiha 120 leşkerên Danmarkî niha li navenda “Eyn Esed” li Iraqê ne, hêzên Iraqî û Pêşmergeyên Kurdistanê perwerde dikin.