Davutoglu serdana Îranê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu îşev seet 21:00an de bo serdana xwe ya Îranê ji Enqereyê bi rê ket.
Davutoglu berî serdana xwe civîneka çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku, Tirkiye û Îran xwedî pêwendiyên kevnar in û ew ê bi berpirsên Îranê re li ser pirsgirêka Suriye, Iraq û mijarên herêmî û aboriyê bicivin. Davutoglu li ser pirsa rojnamevanan a derbarê fezlekeyên 5 parlementerên HDPyê de ragihand ku wekî carên berê ew ê fezlekeyên parlementeran bişînin parlementoyê û ew rê nadin piştgiriya terorê were kirin.
Davutoglu bang li parlementoyê kir ko li dijî terorê pewîst e xwedî yek helwest bin.