Hikûmetê dest danî ser rojnameya Zamanê

Derbarê mijarê de Berdevkê Wezreta Derva yê Emerîkayê John Kîrby li ser peywirdarkirina qeyyûman bo rojnameya Zamanê rexne li hikûmeta AK-Partiyê girt.

K24 – Stenbol

Dadgeriya Şeşemîn a Sulh Cezayê ya Stenbolê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo rêvebirina rojnameya Zamanê 3 Kayyum wezîfedar kirin.

Piştî vê biryarê bi hezaran hezkirî û xwendevanên Zamanê û hejmarek mezin rojnamevan, siyasetmedar û nivîskar ji bo piştevaniyê li ber deriyê Zamanê kom bûn û li dijî biryara dadgehê û hikûmeta AK-Partiyê nerazîbûn nîşan dan. 

Rêvberê Giştî yê Zamanê diyar kir ku ew li dijî zordestiyê serî dananin lê navê zordestan dê her tim bi xirabî werin bibîranîn. Derengê şevê xwenîşandanên ku bo piştevaniyê rojnameyê kom bûbûn ji aliyê polîsan ve hatin belav kirin.

Rojnameya Zamanê wekî nêzikê Cemaata Gûlen tê zanîn û ji sala 1986an ve tê weşandin û herwiha li Tirkiyê ew rojname ye ku herî zêde tê firotin.

Derbarê mijarê de Berdevkê Wezreta Derva yê Emerîkayê John Kîrby li ser peywirdarkirina qeyyûman bo rojnameya Zamanê rexne li hikûmeta AK-Partiyê girt.

Kîrby da zanîn ku diyarkirina qeyyûman desttêwerdana herî dawî ya li ser çapemeniya rexnegir e ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye kirin. Kîrby bibîrxist ku  berî niha qeyyûm ji bo holdinga Kozayê jî hatibûn wezîfedar kirin û piştre ew holding hatibû girtin. Niha jî zextên li ser çapemeniyê neyasayî ne û wan nîgeran dike.

Di vê derbarê de nerazîbûneka din jî ji Komîsyona Yekitiya Ewropayê hat.  Berdevkê Siyaseta Derva yê Yekitiya Ewropayê Maja Kocıjančič got ew bûyerên derbarê rojnameya Zamanê de ji nêzik ve û bi xemginî dişopînin. Her dewleta ku dixwaze bibe endamê Yekitiya Ewropayê pêwîste rêz li mafê mirovan û azadiya ramanê bigire.