"Li Cizîrê çekên kîmyayî hatine bikaranîn"

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag dibêje ku dewleta Tirkiyê li navçeya Cizîrê çekên kîmyewî bikaraniye.

K24 - Wan

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag dibêje ku dewleta Tirkiyê li navçeya Cizîrê çekên kîmyewî bikaraniye.

Yuksekdag piştî çavderiyên xwe yên li navçeya Cizîrê di çarçoveya pîrozbahiyên roja jinan de çû bajarê Wanê û li wir idia kir ku li Cizîrê bi awayekî eşkere çekên kîmyewî hatine bikaranîn lê belê heta niha vê hovîtîyê nagirin ser xwe.

Yuksekdag da zanîn ku sedema operasyonên li hemberî partiya wan a di demên dawî de zêdetir bûne ew e ku dixwazin tawanên xwe yên mirovahiyê yûn li navçeya Cizîrê kirine veşêrin.

Li navçeya Cizîrê qedexeya derketina derva piştî 80ê rojan hatibû rakirin. Di encama operasyonên li wê navçeyê de bi sedan sivîl hatibûn kuştin.