"Komara Tirkiyê bûye komara qeyûmê"

Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, ji bo Kompanyaya Rojnamegerî ya FEZAyê qeyûm hatin tayînkirin. Qeyûm ligel polîsan ketin avahiya kompanyayê û dest danîn ser rojnameya Zamanê.

K24 – Stenbol

Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, ji bo Kompanyaya Rojnamegerî ya FEZAyê qeyûm hatin tayînkirin. Qeyûm ligel polîsan ketin avahiya kompanyayê û dest danîn ser rojnameya Zamanê.

Li gor daxwazanameya ku ji aliyê cîgirê Serdozgeriya Stenbolê ve hat amadekirin, rojnameya Zamanê weşanên xwe bi amanca perçekirina welêt û xistina hikûmetê kiriye. Li ser vê şevê dinê gelek polîsan bi ser avahiya rojnameyê ya li Yenîbosnayê de girtin. Derengiya şevê 3 qeyûmên nû parêzer Sezaî Şengonul, Tahsîn Kaplan û Metîn Îlhan dest danîn ser rojnameyê.

Derhênerê weşana giştî yê Zamanê Abdulhamît Bîlîcî ji Kurdistan24ê re diyar kir ku hincetên wek sedema girtina rojnameyê anîne ber wan qed ne rast in, êdî weşangerî û rojnamevanî bûye sûc û got: "Medyaya azad wê bêdeng nemîne. Mixabin demeke dirêj e li Tirkiyê hiqûq têk çûye. Gelek hevkarên me di hepsê de ne û gelek televîzyon tên girtin. Niha di kompanyaya me de 10 hezar xebatkar hene û evana hemû betal man." 

Çawa biryara dadgehê hat dayîn xwêner û xebatkarên kompanyaya FEZAyê li ber avahiyê kom bûn.  Derhênera weşana giştî ya Today's Zamanê Sevgî Akarçeşme dest nîşan kir ku ev biryarên dadgehan ne dadî ne, ji ber endamên wan dadgehan hikûmet bi xwe hildibijêrê.

Derhênera weşana giştî ya Today's Zamanê Sevgî Akarçeşme: "Dikarin avahiya me, rojnameya me û çapxaneya me bistînin lê nikarin fîkrên me bikin wek fîkrê xwe. Nebû em ê li ser înternetê yan jî li derveyê welêt bi awayekî weşana xwe bidomînin."

Berî niha bi heman hincetan ji bo kanal û rojnameyên girêdayî çapemeniya Îpek û Gruba Samanyoluyê jî qeyûm hatin tayînikirin û piştre hatin girtin.  Rojnameger Erkam Tufan Aytav da zanîn ku komara Tirkiyê bûye komara qeyûmê, çiqas sazî û dezgehên rojnamevanî ku nenezîkî hikûmetê ne tên girtin: "Ji xwe niha hikûmet jî bi qeyûmê tê birêvebirin. Tirkiye ji aliyê Serokwezîr ve nayê birêvebirin. Amanca wan ew e ku dengê medyaya azad bê birîn."

Qeyûm ew kese ku ji bo birêvebirina karek yan jî kompanyayek hatiye peywirdarkirin. Heya dîtina tawanbar û eşkerekirina delîla sûcê rayeya rêvebirina hemû kar û bar di destê qeyûmê de ye.

Derhênera weşana giştî ya Today's Zamanê Sevgî Akarçeşme

Rojnameger Erkam Tufan Aytav