Opozîsyona Sûriyê deriyekî sînor kontirol kir

Di Havîna sala 2015an de, Yekîneyên Parastina Gel(YPG) jî deriyê sînor yê Girê Spî ji DAIŞê rizgar kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Opozîsyona Sûriyê deriyê sînor yê El-Tenefê dinavbera Iraq û Sûriyê ji DAIŞê rizgarkirin.

Derbarê kontirolkirina deriyê sînor yê binavê El-Tenef Rewangeha Sûrî ya Mafê Mierovan daxuyaniyek belav kir tê de waiha gotibû: "Çekdarên Opozîsyona Sûriyê bi rêya Urdinê re derbasî Sûriyê bûn û karîn deriyê sînor yê bi navê El- Tenef ji çekdarên DAIŞê kontirol bikin, deriyê El-Tenif dikeve navebra Iraq û Sûriyê de û nêzîkî sînorê Urdinê ye."

Li gor daxuyaniya Rewngeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ew deriyê sînor ji Gulana sala 2015an ve ji aliyê DAIŞê ve dagîrkirîbû, bi vê yekê tenê deriyeke sînor yê fermî di bin destê DAIŞê de maye ew jî deriyê El-Qaim e.

Di Havîna sala 2015an de, Yekîneyên Parastina Gel(YPG) jî deriyê sînor yê Girê Spî ji DAIŞê rizgar kirin.