ENKS: Hilbijartnên Sûriyê ne rewan e

Biryare di 13ê Nîsana bê de hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê werin pêkanîn.

K24-Qamişlo

Endamê Bolîtbîroya Partîya Demokratiya Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S), herwiha serkirdeyê ENKS Neşet Zaza derbarê hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê ragehand ku, hilbijartinên li Sûriyê ne rewen e û pêkanîna wan jî ti çareseriyê ji kirîza wî Welatî pêşkêş nake.

Derbarê hilbijariynên li Sûriyê û helwesta ENKS û PDK-S ji wan hilbijartinan re, Endamê Bolîtbîroya Partîya Demokratiya Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) Neşet Zaza ji Kurdistan 24ê re wiha got: "Bi pêkanîna wan hilbijartinan rejîma Sûriyê dixwaze rê li pêşiya opozîsyonê bigre, ne tenê hilbijartin ne rewane, Serokê rêjîmê Sûriyê Esed bi xwe ti rewatiya wî di desthilatdarê de nemaye."

Zaza aşkere kir, ku rejîma Sûriyê tenê ji sedî 15 ji cografiya wî welat' desthiladar dike,  yên  din jî li ser aliyên milmilane dabeşkirîne.

Biryare di 13ê Nîsana bê de hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê werin pêkanîn.