YPG erencamên şer ên Şibata borî ragehand

Di Şibata borî de DAIŞê gelek caran êrîşî navçe û bajarên Rojavayê kir, lê YPGê bi dijwarî bersiva wan da û ew êrîş têkşkandin.

K24-Qamişlo

Yekîneyên Parastina Gel(YPG) derencamên operasyonên xwe yê li meha Sibatê ragehandin, 43ê şervan şehîdbûn ji wan 19e şervanên Ereb di nav de ne, herwiha 23 welatiyên sivîl in.

Derbarê encamên şerê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) li gel DAIŞê di meha Sibata borî de Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl di kongreyekî rojnamevaniyê de wiha got: "Di meha Sibata borî de 43ê şervanên Yekîneyên Parastina Gel(YPG)ê ]ehîdbûne ji wan 19e şervanên Ereb in, 10 ji hêzên arkê xweparastinê ne, yek jî endamê Asayîşa Rojava ne."

Xelîl da zanîn ku,  hijmara şehîdên sivîl jî li gundê Hemam El-Turkuman yê ser bi Girê Spî ve 23 kes in, herwiha kuştiyên DAIŞê jî 291 çekdarin.

Di Şibata borî de DAIŞê gelek caran êrîşî navçe û bajarên Rojavayê kir, lê YPGê bi dijwarî bersiva wan da û ew êrîş têkşkandin.