"Esed di qonaxa veguhêz de na mîne"

Biryare di 9ê vê mehê de danûstandinên Cenêv3 li gor ku Nûnerê NY Setffan De Mistura ragehdnî destpê bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve ya Erbistana Siûdiyê ragehand ku, pêwîste Serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed di destpêka qonaxa veguhêz ya siyasî de ne mîne.

Derbarê vê mijarê de Wezîrê Derve yê Erbistana Siûdiyê Adil El-Cûbêr di çarçoveya civînên Encûmena Neteweyên Yekbûyî bo kenala El-Hire wiha got: Bingeha çareserkirinê li Sûriyê li gor belgeya Cenêv1 nehatiye guhertin, tekez kir ku pêwîste Esed di qonaxa veguheztina siyasî li Sûriyê ti rola wî na mîne.

Cûbêr da zanîn ku, civînên wan ligel aliyên navdewletî bi mebesta hevahingiya helwestanên wan welatan derbarê kirîza Sûriyê de ne.

Biryare di 9ê vê mehê danûstandinên Cenêv3 li gor ku Nûnerê NY Setffan De Mistura ragehdnî destpê bike.