"Li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan tiştek nikare bê kirin"

Hevkêşeyên li Rojhilata Navîn diguherin. Li gorî pisporên Rojhilata Navîn ji bilî peymanên li ser çavkaniyên xwezayî yên li herêmê, di şer û pevçûnên nav mezheban de, divê hisabê Kurdan jî were kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/15b6da85-60f2-4ae3-881c-6c318d73fcdd/RojhilataNavinKurd.ism/manifest

Azad Altun / K24 - Enqere

Li Rojhilata Navîn welatên wek Emerîka, Rûsya û Îranê di nav wê hewlê de ne ku bandor û desthilata xwe zêdetir bikin. Di vî "Şerê Sar" ê di navbera wan welatan de hesabê Kurdan hatiye kirin an na? Pispor vê mijarê ji Kurdistan24ê re dinirxînin.

Hevkêşeyên li Rojhilata Navîn diguherin. Li gorî pisporên Rojhilata Navîn ji bilî peymanên li ser çavkaniyên xwezayî yên li herêmê, di şer û pevçûnên nav mezheban de, divê hisabê Kurdan jî were kirin. Li gor pisporan di vê serdema guherîna nexşeya Rojhilata Navîn de bêyî Kurdan ne mimkune ku tu gav bêne avêtin.

Li gorî lêkolîn û çavdêriya pisporên li Rojhilata Navîn ji bilî Emerîka, Îsraîl û Ewropayê têkiliya Rusyayê ya bi Kurdan re ya li ser bingeha berjewendiyên jeostratejîk xwedî raboriyeke 200 salî ye. Pispor di wê baweriyê de ne ku ew welat dizanin di sed salên bê da dê herêm bi hewlên Kurdan şêwe û dirûv werbigire.

Nivîskar û Rojnameger Alî Bayramoglu derbarê mijarê de nerîna xwe ji Kurdistan24ê re wiha anî ziman: “Li herêmê Kurd hene û ev sed sal in behsa navê wan nehatibû kirin. Lê niha bêyî Kurdan tu tişt nikare bê kirin. Ya din jî divê bi Kurdan re lihevkirinek saz bibe û bi wan re têkilî bê danîn.”

Li aliyê din hem siyasetmedarên Kurd yên li Rojavayê hem jî rayedarên Herêma Kurdistanê diyar dikin ku her kî bixwaze li Iraq û Sûriyê siyasetê bike divê peywendiyeke stratejîk bi Kurdan re deyne. Herwiha ligel Emerîka, Çîn û Ewropayê, danîna têkîliyeke stratejîk li ser welatên Ereb û Fars û Tirkan jî ferz e.

Akademisyen Prof. Ferhat Kentel jî wiha dibêje: “Îran li Rojhilata Navîn Sûriyê wekî berdewama xwe dibine. Loma piştgiriya wê dike. Lê belê ew piştgiriya Kurdistaneke serbixwe nake û dê pê nexweş be.”   

Di guherîna nexşeya Rojhilata Navîn de têkoşîna Kurdan ya li dijî DAÎŞê yek ji girîngtirîn faktoran e. Referandûma bo serxwebûnê ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz kiriye wekî nîşaneya bi hêzbûna Kurdan ya li Rojhilata Navîn tê nirxandin.