Li Cizîrê nêzîka 5 hezar avahiyan zerar dîtine

Şerê li Bakurê Kurdistanê, xirabî û wêraniyên mezin peyda dike. Şerê li nav bajaran bûye beşek ji jiyana civakî. Li Cizîra Navçeya Şirnexê berê jî qedexe hatibûn ragihandin, lê herî dawî 80 roj qedexeyek bê navber domiya. Pistî ew qedexe bi roj hat rakirin û bi şev berdewam dike jî şandên ji saziyên sivîl û siyasî li wan deran lêkolînan dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4749c291-82a3-4570-b007-8150a6f1e956/LekolinenLiCizirePisti80RojQedexeMa-Cizir-Sirnax.ism/manifest

K24 – Diyar bekir

Şerê li Bakurê Kurdistanê, xirabî û wêraniyên mezin peyda dike. Şerê li nav bajaran bûye beşek ji jiyana civakî. Li Cizîra Navçeya Şirnexê berê jî qedexe hatibûn ragihandin, lê herî dawî 80 roj qedexeyek bê navber domiya. Pistî ew qedexe bi roj hat rakirin û bi şev berdewam dike jî şandên ji saziyên sivîl û siyasî li wan deran lêkolînan dikin.

Şanda ji Serokên Baroyên li Bakurê Kurdistanê pêkhatî, di 4ê Adarê çûn  Cizîra navçeya Şirnexê û serdana saziyên li wê navçeyê kirin. Li Cizîrê dora 5 hezar avahî zirar dîtine, nêzîkî 3 hezar ji wan jî bi temamî xirab bûne. Di dema qedexe û operasyonên li navçeyê de kêmtirîn 300 kesên sivîl hatine kuştin.

Şandên ku ji Diyarbekir, Wan, Çewlik, Mêrdînê hatin Cizîrê, serdana Serokê Baroya Şirnexê Noşîrevan Elçî kirin û agahiyan jê guhdarî kirin. Noşîrevan Elçî da zanîn ku, piştî ewqas dem qedexe û şer hebûye derûniya wan têk çûye û zehmetiya ku vegerin jiyana rojane dikşînin. Elçî bal kişand ku ji navçeya ku 120 hezar kes lê dijiya 110 hezar kes ji neçarî koç kirine û dema vedigerin jî ji ber bi hezaran avahî têkçûne niikarin navnişanên xwe jî bibînin.

Serokê BAROya Şirnexê Noşîrevan Elçî ji K24ê re got: “Şanda BAROyê serdana şaredariya Cizîrê jî kir û li wê derê, ji Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Faysal Sariyildiz jî serpêhatî û çavderiyên wî yên li Cizîrê guhdarî kir. Sariyildiz ragihand ku li Cizîrê jî wek Geliyê Zîlan, Agirî, Dêrsîm û Robozkiyê komkujiyekî pêkanîne û destûrên şer yên navdewletî jî hatine binpêkirin. Parlamenterên HDPê daxwaz kir ku saziyên hûqûqê jî ji bo berpirsên sûcên mirovahiyê ku li Cizîrê pêkhatine bên ceza kirin, hewldanan bidin.” 

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî got: “Dema me dixwest em wan sivîlan veguhêzin, çapamenî jî gelek xeter hat bikaranîn. Dageha Ewropayê biryar dabû ku wek tevdîr qedexe bê rakirin, lê dewletê di ciyê ku qedexê rabike de, çapameniya alîgirê xwe anî û li wê derê gelewêjî çê kirin, çek berdan pişt re jî ew endamên çapameniyê ji seyareyên zirpoş daketin û agahiyên wiha dan, belê trorîst nahêlên cenazê bên veguhastin çekan berdidin. Dema em bi şandekî ji 30 kesî pêkhatîn çûn ku wan birîndaran veguhêzin jî em hatiin gulebaran kirin û 2 hewalên hatin kuştin kameravanê İMC jî birîndar bû. Nuçeyên ku hatin çêkirin 2 terorist hatin kuştin bû.”

Parlamenterê HDPê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî balkişand ku cenazeyên ji Cizîrê hatine derxistin, laşê wan hatiye perçe kirin û şewitandin. Togrûl dazanîn ku ji wan cenazeyan tenê 24 kes dihatine nasîn û hatine teşhîs kirin.

Togrûl axvî û got: “Di torbeyê cenazeyan de, yê herî giran 15 kilobûn. Perçeyên canên wan kênbûn an jî hatibûn şewitandin. Ji bo Dîlokê 20 cenaze şiyandibûn lê hin hestiyên ku DNAyên wan, bi tu ji wan cenazeyan re hevheng nebûn jî hebûn. Li beramber cenazeyan êşkenceyên xeter hatibûn kirin. hin laş ji ber fişekan bûbûn wek bêjing.”

Welatiyên Cizîrê jî piştî ku qedexe bi sînor kirî hat rakirin vedigerin navçeyê, lê êdî ne malekî maye ku lê bimînin, ne jî ew amûrên wan. Hin malbat jî xalîçe û çend kel û pelên ku mane, ji bo wî ciyê ku dema reviyane lê mane dibin.

Li Cizîre ji 14ê Kanûna 2015-an heta 2ê Adara 2016-an qedexeya derketina derve domiya û di jêrzemînên avahiyan de bi sedan kes hatibûn kuştin, zêdetirê wan cenazeyan jî ji ber hatibûn şewitandin û perçekirin bi mehan nehatin teşhîs kirin.