Opozîsyona Sûriyê: YPGê agirbest binpê kiriye

Tevî ku aliyên siyasî li Rojavayê Kuridtanê li ser proseya Fedralîyê weke çareseriyekî ji pirsa Kurdî re li Sûriyê lihevin, lê nerînên wan li ser opozîsyona wî welatî cudan e.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2696462a-a0ba-4503-8c89-c488416e8c02/apozisyon%20u%20YPG.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Opozîsyona Sûriyê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) bi binpêkirina agribesta li Sûriyê tometbar dike.

Derbarê vê mijarê de Serokê Desteya Bilind a Danûstandinan ya opozîsyona Sûriyê Riyad Hicab li Parîsê di kongreyeke rojamevanî de wiha got:"Em ji aliyê xwe ve hawlên xwe dikin ku agirbest neyê binpêkirin, lê rejîma Sûriyê û Rûsyayê wê agirbestê binpê dikin, herwiha YPGê jî weke milîşyatên Şîe şerê gelê Sûriyê dikin."

Hin aliyê siyasî yên Kurd dibînin ku opozîsyona Sûriyê derheqê mafê gelê Kurde xemsare, lewma ew alî cihê xwe di nava ENKSê de nabînin.Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS)jî dibînin ku, YPGê ketiye şaştiyan, lewma opozîsyona wan bi binpê kirina agirbestê tometbardike.

Tevî ku aliyên siyasî li Rojavayê Kuridtanê li ser proseya Fedralîyê weke çareseriyekî ji pirsa Kurdî re li Sûriyê lihevin, lê nerînên wan li ser opozîsyona wî welatî cudan e.