Şaredarê Hoşhabera Îdirê Alî Çam hat girtin

Şaredarê Hoşhabera Îdirê yê HDPê Alî Çam, Wekîlê Şaredar Kasim Aggun û karmendê jimêryariyê bi hinceta "arîkarî û piştgiriya PKKê û peydakirina fînansmanê" hatin girtin.

K24 - Îdir

Şaredarê Hoşhabera Îdirê yê HDPê Alî Çam, Wekîlê Şaredar Kasim Aggun û karmendê jimêryariyê bi hinceta "arîkarî û piştgiriya PKKê û peydakirina fînansmanê" hatin girtin.

Şaredarê Hoşhaberê Alî Çam, Wekîlê Şaredar Kasim Aggun, Arîkara Şaredar Nûrcan Param, karmendê jimêryariyê Oruç Akaras, şofêr Y.Ç, endamên M.E.Y, H.T, M.U.A ve A.K. û  B.K, S.P, E.E, S.Y. F.Ç. û B.K ku di operasyona tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Navenda Îdirê de hatin binçavkirin, piştî lêpirsînê bo dadgehê hatin şandin. 

Şaredar Çam, Wekîlê Şaredar Aggun, karmendê jimêryariyê Akarasê kpiştî jêpirsîna li dozgeriyê derxistin mehkemê û îdîa û hinceta "arîkarî û piştevaniya PKKê û peydakirina fînansê" hatin girtin. 

Dadgehê Arîkara Şaredar Nûrcan Param, şofêr Y.Ç, endamên meclisê M.E.Y, H.T, M.U.A, A.K û hevkarên din B.K, S.P, E.E, S.Y, B.K. û F.Ç ji bo ku bi awayekî negirtî bên darizandin, serbest berdan.