Li Tirkiyê erkên walîtiyan bêsînor dibin

Hikûmeta Tirkiyê dest bi amadekariya yaseyekê dike. Bi yaseyê armanca hikûmetê ew e ku erkên şaredariyan werin kêm kirin û ji aliyê din ve erkên walîtiyan jî bên zêde kirin.

K24 – Enqere

Hikûmeta Tirkiyê piştî paketa ewlehiya navxweyî niha jî dest bi amadekariya yaseyeke din dike. Bi yaseyê armanca hikûmetê ew e ku erkên şaredariyan werin kêm kirin û ji aliyê din ve erkên walîtiyan jî bên zêde kirin. Ji ber vê yekê ev mijar li Tirkiyê bû sedema nîqaşan.

Ev demek dirêj e li hemberî şaredarên BDPê bi îdiaya piştgirîdayîna bo PKKê doz tên vekirin. Herwiha di vê çarçoveyê de heta niha gelek şaredar hatine girtin. Hikûmet biryarên ragihandina xweseriyê ango daxwaza xwerêvebirinê wek sûc ango piştgirîdayîna PKKê dibîne û bo vê yekê her tim rexneyan li şaredariyan digire. Bo vê yekê jî niha dixwaze hinek erkên wan ji dest wan bigire û bide walîtiyan.

Hiqûqnas û Siyasetzan Prof. Dr. Mustafa Bayram Misir da zanîn ku zêdekirina erkên waliyan ne karekî demokratîk e û ji Kurdistan24ê re got: "Yekemîn sedema vê niqaşê ew e ku gelê Kurd dibin xwediyê wê statûya siyasî yan an? Wekî din gelo ev biryar rêveberiya navêndî yan rêveberiya heremî bihêz dike. Dawiya dawî li Tirkiyê erkên revêberiya navênd zêdetir e."

Bi xurtkirina erka walitiyan, wali dikarin bi asanî derkeve derveyî yaseyeyan û destûrê bide. Nûnera HDPê ya Rêveberiya Heremê Filiz Koçalî diyar kir ku Serokkomar Erdogan dixwaze derbarê hemû tiştî de ew bi tenê û bi awayekî serbixwe biryaran bide.

Filiz Koçali wiha axifî: "Şaredariyên Kurdistanê ji bo gel xizmeteke baş dikin û hemû biryarên xwe bi gel re werdigirin. Desthilatdar nikare bi yaseyan demokrasiyê tune bike û roj bi roj em ber bi birêvebirina tekane ve diçin. Ew biryar û fermanên ku waliyan li heremê daye, vê piştrast dike. Lê heta ku rêveberiyên demokratîk ên heremî pêk neyên, em e têkoşina xwe berdewam bikin."

Tirkiyê ji aliyê yaseyên şaredariyan ve, di hinek xalan de, di metirsiyê de ye. Lê Tirkiyê di xala destura bingehinê a 90emîn de peymanên navneteweyî qabûl kirine. Lê belê ji ber hê Tirkiye li gorî vê peymanê sererastkirin nekiriye, di mijara xweseriya rêveberiyên heremî de ne demokratîk e..

Hiqûqnas û Siyasetzan Prof. Dr. Mustafa Bayram Misir