ENKS daxwaza berdana Ebdulrehman Apo dike
K24-Qamişlo
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) girtina Endamê Komîta Navendî ya PDK-S Ebdulrehman Apo şermezar kir û daxwaz ji PYDê kir ku, bi zûtirîn dem ew serkirde were berdan.
Derbarê girtina serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK-S) Ebdulrehman Apo ku, berî du rojan ji aliyê Asayîşa Efrînê ve hatibû girtin Enûmena Niştimanî ya Kurdi li Sûriyê(ENKS) daxuyaniyek belav kir, tê de girtina wî serkirdeyî û kiryarê PYDê li Rojavayê Kurdistanê derheqê welatiyên sivîl û ciwanan şermezar kir.
ENKS di daxuyaniya xwede daxwaz ji aliyên Kurdistanî û rêxistinên Navdewletî kir ku, destewerdanê bikin daku hemû girtiyên Kurd di zindanên PYDê de werein berdan.
Berê du Rojan Asayîşa Efrînê Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S li bajarê Efînê girtin, heta niha jî çarenûsa wî ne diyare.