Amûdê: Xwepêşandan bo federalîzm ji Kurdistana Sûriyê re

Di bin navê “Federalîzm ji bo Kurdistana Sûriyê re” li bajarokê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan derketin.

K24 – Amûdê

Di bin navê “Federalîzm ji bo Kurdistana Sûriyê re” li bajarokê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan derketin.

Li gor peyamnêrê K24 li bajarê Amûdê, îro di bin dirûşma “Federalîzm ji bo Kurdistana Sûriyê re di çarçoveya sistemeke demokrat û piralî de“,  nûneretiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) li bajarê Amûdê xwepêşandanek birêve çû.

Li gor peyamnêrê K24ê, ku tê de xwepêşanderan tekezî li ser wê yekê kirin ku federalizm sîstema herî guncaw e ji bo rawestindna şer li Sûriyê.

Kesên ku tevlî xwenîşandanê bûn daxwaz ji aliyên Kurdistanî û navdewletî kirin, ku piştevaniya daxwaza federalîzmê li Sûriyê bikin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de, derbarê pêşeroja Sûriyê û pêkhatina aramî û hevpariyeke rastî li Sûriyê, piştevaniya sîstema ferderalîzmê li Sûriyê kir.

Daxwazên cîbicîkirina sîstema federalîzmê li Sûriyê tê, di demekê de, ku danûstandinên aştiyê wê di 10ê vê mehê de li Cenêvê birêve biçin.