Li ber sînorên Yonan û Mekdonyayê bi hezaran penaber bendewar in

Roj bi roj hejmara penaberan li ser sînorên Yonan û Mekdonyayê zêdetir dibe. Bi taybetî jî penaberên Sûriyê, lê tevî rewşa wan a xirab ew hewl didin roja xwe xweştir û bi stranan derbas bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0061509a-6af4-47d3-8ea7-6b334ab7ff55/penaber%20yunan.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Roj bi roj hejmara penaberan li ser sînorên Yonan û Mekdonyayê zêdetir dibe. Bi taybetî jî penaberên Sûriyê, lê tevî rewşa wan a xirab  ew hewl didin roja xwe xweştir û bi stranan  derbas bikin.

Li kampa Îdomnî li ser sînorên Yonan û Mekdonyayê hejmarek ji kurdên devera Efrînê yê Rojavayê Kurdstanê, tevî rewşa wan a xirab li vê kampê dema xwe bi stranan derbas dikin ta ku xema xwe siviktir bikin.

Ev kamp ku tenê bi awayekî demkî û  ji bo 2 hezar kes hatiye avakirin, lê niha nêzîkî 14 hezar kes tê de dijîn û li hêviya ku Mekdonyayê sînorên xwe li ber wan veke.

Komîteya bilind ya Karûbarên Penaberan jî metirsiya xwe derbarê zêdebûna van penaberan li Yonanê dide xuyakirin û dibêje, eger heye di çend hefteyên bê de, hejmara penaberên li Yonanê 100 hezar penaber derbas bike.

Biryar e sibe serok Wezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu digel Yekîtiya Ewropayê li Brûkselê derbarê rûbirûbûna krîza pebaneran bicive.

Di dawiya meha Mijdara 2015an de Tirkiye digel Yekîtiya Ewropayê li ser vegerandina Yonanê ji penaberan re bo Tirkiyê rêkeftibû, lê ev rêkeftin penaberên Sûrî li xwe nagire.