Moskow: DAIŞ hewl dide êrişî Qamişloyê bike

Moskowê ragihand ku ji bo artêşa Tirkiye bikeve Sûriyê, El Nusra êrîşî Hatayê kiriye û DAIŞ jî hewl dide ji Nisêbînê êrîşî Qamişloyê bike.

Moskow: DAIŞ hewl dide êrişî Qamişloyê bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Navenda Çavdêriya Agirbestê yê Rûsyayê Sergey Kuralenko eşkere kir ku ji bo artêşa Tirkiyê bikeve Sûriyê El Nûsra êrişî Hatayê kiriye. Herwiha da zanîn ku DAIŞ jî hewl dide ji Nisêbînê êrişî Qamişloyê bike.

Sergey Kuralenko ragihand ku çekdarên El Nûsrayê ji bo artêşa Tirkiyê bikeve Suriyê (Rojavayê Kurdistanê), êrişî sînorê Tirkiyê dike û got: "Îro terorîstên El Nûsrayê dîsa bi topbaranan êrişî navçeya Hatayê kirine. Mebesta van provakasyonan ew e ku pêvajoya aştiyê were têkdan û artêşa Tirk êrişî Sûriyê bike."

Kuralenko da zanîn ku li navçeya Nisêbînê jî terorîstên DAIŞê hene û wiha axifî: "Li gorî agahiyên di destê me de, komên terorîst hewl didin ku êrişî Qamişloyê bikin.'

Sergey Kuralenko diyar kir ku li Şam, Deraa û Humisê bi serkirdeyên 6 komên terorîst re peywendiyên bo agirbestê berdewam dikin û bi wan re 30 peyman hatine danîn. Kuralenko destnîşan kir ku di 24 saetên dawî de li Şamê 11, Heleb, Hama, Deraa, û Idlîbê jî yek car agirbest hatiye binpêkirin.