Li Tirkiyê “Nexweşiya xurekê” belav dibe

Li Tirkiyê piştî nexweşiya “tewekê” niha jî nexweşiya “Noduler Ekzantemî” an ku “xurek” kete nava ajelan. Ji ber vê nexweşiyê heta niha gelek ajel telef bûne.

K24 – Enqere

Germahiya biharê roj bi roj zêde dibe. Ev germahî gelek nexweşiyên dijwar yên ajelan bi xwe re tîne. Li Tirkiyê piştî nexweşiya “tewekê” niha jî nexweşiya “Noduler Ekzantemî” an ku “xurek” kete nava ajelan. Ji ber vê nexweşiyê heta niha gelek ajel telef bûne.

Ev nexweşî bi taybetî xwe li ajelên ku şîr didin dipêçe. Vê nexweşiyê bi rêya welatên wekî Misir, Îsraîl û Sûriyê xwe gihande Tirkiyê. Ji ber vê nexweşiyê di laşê ajelan de lîr derdikeve. Laşê ajelan diperçave û ev nexweşî bandorê li firşik, rovî û xalxalka ajelan dike û ajel ji ber vê yekê dimirin. Ev nexweşî bi rêya şîr, mast û penîrên van ajelên ku bi vê nexweşiyê ketine derbasî mirovan jî dibe.

Li ser vê mijarê pispor û baytaran diyar kir ku dema hewa germ bibe ev nexweşî wê zêdetir belaw bibe. Li gor Serokê Sendîqeya Çandinî, Daristanî û Sewalvaniyê Şukru Durmuş, dermanê vê nexweşiyê ya bi navê xurek tune ye: “Ev nexweşî sê sal berî niha li Tirkiyê hat dîtin. Bi destê dewletê heta niha bo başkirina vê nexweşiyê tiştek nehatiye kirin. Dewlet wekî çareseriyê van ajelan dikuje.”

Bi baweriya Sekreterê Giştî yê Odeya Beytarên Herêma Enqerê Adîl Adiguzel,  li Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê ji bo ku ev nexweşî zêdetir di nava ajelan de belaw nebe hewlên bo bergiriyê têne dayîn: “Awayên dermankirina vê nexweşiyê tune ne, ya herî baş divê werin derzîkirin. Derziyên ku ji bo pez têne bikaranîn di heman demê de ji bo van ajelan jî tên bikaranîn. Dewlet heqê her ajelên ku dikuje dide xwediyê ajalan.”

Li gor beytaran ev nexweşî di nava 2 yan jî 4 hefteyan de rengê xwe dide der û ev nexweşî encax bi tahlîlkirina xwînê tê destnîşan kirin. Beytar derbarê vê nexweşiyê de hişyariyan didin û diyar dikin ku dema bi rêya van ajelên ku bi vê nexweşiyê ketine şîr û goşt belav bibe dê rê li ber xetereyên hê mezintir vebe.