Asayîşa Efrînê du endamên din ên PDK-S girtin

Berî niha Asayîşa Efrînê Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S yê Ebdulrehman Apo girtibûn, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) girtina wî serkirdeyî şermezar kirbû, ku heta niha jî çarenûsa wî jî ne diyar e.

K24-Navenda Nûçeyan

Asayîşa bajarê Efrînê li gundê Sinare du Endamên Partiya Demokrta Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S)girtin.

Derbarê vê mijarê de Partiya Demokrta Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) daxuyaniyek belav kir tê de wiha gotibû: Asayîşa Efrînê ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) her yek ji Elî Bekir Axa û Arif Hisên ji gundê Sinarê, ku her du jî endamê partiya me ne girtin.

Li gor daxuyaniya PDK-S Asayîşa Efrînê bêyî ku sedemê girtina wan asker bike ew kiryar girtin, heta nihajî çarenûsa wan ne diya re.