Li Idlibê firokeyên rejîma Sûriyê 19e sivîl kuştin

Biryare 14ê vê mehê danûstandin di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wê derbarê kirîza wî welatî destpê bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Firokeyên rejîma Sûriyê bazarekî sûtemeniyan li bajarokê Ebo Eldihor li Parêzgeha Idlibê êrîş kir û kirin armanc, di encamde 19e welatiyên sivîl hatin kuştin.

Derbarê vê operasyonê de Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de wiha gtibû: "Firokeyên rejîma Sûriyê careke din agirbest li Sûriyê binpê kir û bazara sûtemeniyan li bajarokê Ebo Eldihor li Parêzgeha Idlibê kirin armanc, di encamde 19e welatiyên sivîl hatin kuştin, tê pêşbînî kirin ku hejmara kuştiyan zêde bibe."

Êrîşên rejîma Sûriyê di demkê de tê ku, gera duyemîn ya danûstandinan derbarê proseya aştiyê li Sûriyê dê 14ê vê mehê destpê bike, ji aliyê xwe ve jî

Ji aliyê xwe ve, Şêwermenda Serokê rejîma Sûriyê Bûseyna Şaeban di hevpeyvînekê xwe de ligel kenala CNN wiha ragehandibû ku, ew ji danûstandinên Cenêvê derbarê  proseya aştiyê ligel opozîsyona Sûriyê natirsîne.

Biryare 14ê vê mehê danûstandin di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wê derbarê kirîza wî welatî destpê bike.