Grûpên îslamî bi çekên kîmyayî taxa Şêx Meqsûd topbaran dikin

Grûpên îslamî taxa Şêx Meqsûd ya Kurdan li Helebê, bi çekên kîmyayî topbaran dike. Topbaran jî berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên îslamî taxa Şêx Meqsûd ya Kurdan li Helebê, bi çekên kîmyayî topbaran dike. Topbaran jî berdewam e.

Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl, ji peymnêrê K24ê re ragihand ku, grûpên îslamî taxa Şêx Meqsûd a Helebê, bi topên ku madeyeke “fosforî” ya zer tê de heye, topbaran dike. Tê gûmankirin ku ew made kîmyayî ye.

Xelîl diyar kir jî, ew grûp (Tevgera Ehara Şam, Cebhe Şamiyê, Lîwaya Sultan Murd, Nûredîn Zênkî, Ketayib Fetih, Lîwa 113, Foca Yekem, Ketîbeya 116, Ketayib Abû Emara) hîn jî bi topbarankirina taxê berdewam in.

Tê zanîn pêr, grûpên îslamî taxa Şêx Meqsûd bi 16 mûşek aramanc kirin, ku 8 avahî bi ser sivîlan de anîn xwar, di encamê de 12 sivîlan canên xwe jidest dan û bêhtirî 14 ên din jî birîndar bûn.

Rojnamevan Berfîn Roj, pêr ji K24ê re ragihand ku, 25 togayên îslamî di bin ala Eniya el-Nusra û Tevgera Ehrar Şam ve, xwe kirine yek û ji 16 Sibatê ve, rojane taxa Şêx Meqsûd û çarxeriya Cendol bi top û guleyên nîşanvanan armanc dikin.