Li Hezexê 2 polîs hatin kuştin

Li bakurê Kurdistanê li navçeya Hezexê 2 polîs hatin kuştin û 12 Endamên YPSê jî canên xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê li navçeya Hezexê 2 polîs hatin kuştin û 12 Endamên YPSê jî canên xwe jidest dane.

Îro piştî nîvro li bajarê Şirnexê navçeya Hezexê taxa Turgut Ozalê navbera Endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên ewlekariyê de pevçûnek dijwar derket. Di encamê de 2 polîs hatin kuştin 6 polîs jî birîndar bûn. Tê gotin di wê pevçûnê de 12 Endamên YPSyê jî canên xwe jidest dane.

Li navçeya Surê jî herçiqas tê gotin şer ber bi dawîbûnê ve biçe jî tundtir dibe. Duh 2 leşker hatibûn kuştin. Îro jî di encama şer û pevçûnan de tê gotin 6 endamên YPSê canên xwe ji dest dane.

Li navçeya Hezexê ev 22 roj, li navçeya Surê jî 98 roj in qedexeya derketina derva didome.