CHP: Kengî AKP dikeve cihekî teng MHP dibe alîkar

Daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî yên li ser çêkirina destûra nû ya Tirkiyê, di siyaseta Tirkiyê de bû sedema nîqaşan û wekî sinyala piştgirîdayîna bo referandûmê hate nirxandin.

K24 – Enqere 

Daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî yên li ser çêkirina destûra nû ya Tirkiyê, di siyaseta Tirkiyê de bû sedema nîqaşan û wekî sinyala piştgirîdayîna bo referandûmê hate nirxandin.

Devlet Bahçelî bi daxuyaniyekê ragihand ku, heger ti partî beşdarî komisyona duyemîn ya lihevkirinê nebin, dive hikûmet li gorî plana xwe ya “B” tevbigere.

Ev daxuyaniyên MHPê bû cihê qeyraneke siyasî li Tirkiyê. CHPê rexneyên giran li MHPê girt û îdia kir ku MHP bi van daxuyaniyan referandûmê bi erênî pêşwazî dike.

Her wiha MHP bi wê yekê hate sûcdarkirin ku bi AKPê re xwedî heman helwest e.

Cîgirê Serokê KOMA CHPê Özgür Özel got: "Devlet Bahçelî devê xwe dibir û dianî, lê taliyê tiştê ku dixwest bêje got. Serokwezîr jî dibêje helwesta xwe baş diyar bike. Gelo serokwezîr çawa wisa bi xwe bawer e. Ji bo dîplomasiya li paş derî ya di navbera MHP û AKPê de em dibêjin; ma ev deriyekî çawa ye?  Kengî AKP dikeve cihekî teng, MHP derdikeve û çavê dide AKPê."

MHPê li hemberî van gotinên CHPê, daxuyaniyeke tund da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di gotinên Bahçelî de ti pirsgirêk nîne û MHPê ji bo her 4 xalên pêşî û pergala serokatiyê bi hesasî tevdigere.

Alîkarê SerokêGiştîyê MHPê SemîhYalçin got: "Em çav nadin AKPê. Serokê me yê giştî devê xwe nebe û nîne, hişê Ozgur Ozel diçe û tê. Hişê wî diçe û tê kurê li ber axaftin û têgihiştina wî digire. Gelo li partiyekê digere ku pê re şer bike, nigê xwe li maseyê xistin û wergerandin, gelo naxwazin ev yek were dîtin."

Nîqaşên di navbera her du partiyên siyasî bi awayekî hişktir berdewam kir û her wiha CHPê ew prosesa derbasbûna parlamenterê MHPê Tugrul Turkeş ya bo AKPê bibîr xist û diyar kir ku MHP bi vê yekê dê li ber dîrokê hisab bide.