Demirtaş rexneyan li YEyê digire bo rêkeftina ligel Tirkiyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) radigihîne, tiştê Yekîtiya Ewropayê digel Tirkiyê derbarê çaresekirina krîza penaberan dike, şaşitiyeke mezin e.
Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş ku hevdem digel birêveçûna civîna Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê li Birûxselê, li Ewropayê bû, ragihand ku, tiştê Yekîtiya Ewropayê digel Tirkiyê derbarê çaresekirina krîza penaberan dike, şaşitiyeke mezin e. Herwiha Ewropa gelek germ e bo razîkirina dilê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan.
Demîrtaş hişyarî da, heger tirkiye li ser kiryarên xwe yên niha berdewam be û mafên mirovan binpê bike, dê rûbirûyî çerekî nevxweyî bibe.
Demirtaş rexneyên tund li berpirsên Yekîtiya Ewropayê girt, ku heya niha bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan û binpêkirinên Tirkiyê ji mafên mirovan û piştguhkirina daxwazên Kurdan li Tirkiyê çavên xwe girtine.