"Polîtîkayên medyayê li gor hikûmetan tên sazkirin"

Li Tirkiyê wezîfedarkirina qeyûman bo rojname û televîzyonan, ji aliyê sazî û dezgehên rojnamevanî ve bi awayekî neyinî tê nirxandin.

K24 - Stenbol

Li Tirkiyê wezîfedarkirina qeyûman bo rojname û televîzyonan, ji aliyê sazî û dezgehên rojnamevanî ve bi awayekî neyinî tê nirxandin. Li gor dezgehên rojnamegeriyê biryara qeyûmê rêbazeke nû ye ku rê li ber azadiya çapemeniyê digire.

Karê rojnamegeriyê û birêvebirina saziyên çapemeniyê li komara Tirkiyê di hemû heyama hikûmetan de hatiye nîqaşkirin. Di demên dawî de li gel gef û êrîşên li ser rojnamegerên Bakurê Kurdistanê û tayînkirina qeyûman jî di rojevê de cihê xwe girt.

Herî dawî bi biryara 6'emîn dadweriya cezayê ya silhê a Stenbolê bi hinceta weşanên derqanûnî dest danîn ser rojnameya Zaman û ajansa Cihanê. Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê Ugur Guç diyar dike ku li Tirkiyê polîtîkayên weşanê yên medyayê di serdema hemû desthilatdaran de li gorî hikûmetê tên sazkirin.

Ugur Guç ji Kurdistan24ê re got: “Berî niha bi rêya Fona Sîgortayê ya Mevduata Tasarufê dest didanîn ser kompanyayên medyayê. Niha ji bo kontrolkirina medyaya opozîsyon dest bi tayînkirina qeyûman kirine. Dibe ku ji bo kompanyayên medyayê yên din jî qeyûman tayîn bikin. Lê ev ne qanûnî ye.”  

Serkirdeyên siyasî yên Ewropayê di civîna ligel Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu de li ser azadiya fîkr û çapemeniyê hişyarî dan Tirkiyê. Serokê Komeleya Rojnamevanên Tirkiyê Turgay Olcayto li ser helwêsta Ewropayê dibêje; dewletên Ewropayê, ji ber meseleya penaberan û berjewendiyên navwelatan li ser mijarê pir xwe naêşînin û durûtiyê dikin.

Olcayto wiha axifî: “Em wek rêxistinên vî karî, ji vê rewşê qet ne razî ne. Tayînkirina qeyûman biryareke nû ye. Dixwazin hemû medya wek fîkrî bibin yek. Cihê ku rexne lê neyê girtin rojname jî nayên xwendin. Li Bakurê Kurdistanê hevkarên me dema li ser karê xwe tên desteserkirin yan jî tên birîndar kirin.”

Li gor rapora Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê ya 2015'an ku ji aliyê Freedom House ve hatibû amadekirin, Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di nav 10 salên dawî de gelekî paş ketiye. Di raporê de ji 199 welatan jê 63 di kategoriyên azad, jê 71 hinekî azad û 65 ne azad de cih digrin Tirkiye di nav kategoriyên welatên ne azad de di nav 199 welatan de di rêza 142an de cih girt.