Di roja jinan de rêjeya bêkariya jinan diyar bû

Tirkiyê li gorî welatên OECDyê paş ketiye û herwiha di vî warî de li cihanê di refa 145emîn de cih digre. Jin nikarin ji ber gotinên civakî-çandî û mêrsalarî beşdarî xebatan bibin.

K24 - Enqere

Sendîkaya Tirkiyê Genel-Îş derbarê jinan de raportek amade kir. Li gor wê raporê li Tirkiyê 12 milyon jin ji bo karê malê, an nayên bi cih kirin an jî mêr destur nadin ku jinê wan di warên kar de bixebitin.

Tirkiyê li gorî welatên OECDyê paş ketiye û herwiha di vî warî de li cihanê di refa 145emîn de cih digre. Jin nikarin ji ber gotinên civakî-çandî û mêrsalarî beşdarî xebatan bibin.

Hevseroka Komeleya Uçan Sûpûrgeyê Selen Dogan da zanîn ku di nav civakê de ji bo jinan gotinên pêşbiryar tên çêkirin û ji Kurdistan24ê re got: “Jin ji qadên jiyanê tên dûrxistin û jin di nav rolên zayendeyê civakî de winda dibin. Wekî ku karê jinê tenê zarok anîne, ji mêrê xwe jinitî kirinê û zarok mezin kirinê. Evana ji bo ji kar derketinê an ji kar dur ketinê faktorên girîng in.”

Faktorên din jî ew e ku biyarên siyasî û aborî ne. Hikûmeta Tirkiyê herî dawî ji bo jinên ku zarokan tînin yaseyên nû derxistin. Lê belê li gorî pisporan bi vê yasayê ji aliyê beşdarbûna jinan ve, dê kêm bike.

Nivîskar Atlas Arslan diyar kir ku di nav jin û mêran de gelekî cûdakarî heye dema ku ji aliyê aborî û siyasî vê were temaşekirin û wiha axifî: “Tirkiye rojbiroj di qada xebatê de arizîkirinê ber bi zêdebûnê ve diçe. Bi vê re şertên sektora taybetî hatine guhertin û saetên xebatê jî ji bo jiyana taybetî nehatiyê serast kirin. Minak dema ku jinek ji bo zarok anîn ji kar derkeve, paşê vê êdî nikare vegerê xebatê û dema ku vegerê jî, nikare kar peyda bike.”

Herwiha li gorî Lijneya Amara Tirkiyê, li Tirkiyê 3 mîyon 728 jinên xebatkar bi sîgortayê, 236 hezar nivroj û bi sîgortayê, 2 mîlyon û 222 jin jî bê sigorta û bê qeyd dişûxelin, 1 mîlyon û 502 jin jî bêqeydkirin û bê sîgortayê û nîvroj kar dikin.