Komeleya Şawişka: Şoreşa jinan dê berdewam be

Komeleya Şawişka yek ji komlên herî çalak e di bajarê Qamişlo de, berî niha jî çendîn çalakiyên cor bicor pêkanîbûn, ji wan jî hilmeta "Welatê me şirîntir e" ancam dabû, tê de li cadeyan şirînî biser xelkê belav kirbûn, herwiha û sipasiya wan li ser mayîna wan li Rojava kirin.

K24-Qmişlo

Bi helkefta roja jinan ya cîhanî Komeleya Şawişka ya jinan li bajarê Qamişlo û bi dirûşma "Şoreşa wê berdewame" derketin cadeyan.

Duh, 8ê Adarê roja jinan a cîhanî bû, li seranserî cîhanê, çalakiyên cor bicor hatin li darxistin, li bajarê Qamişlo jî yê Rojavayê Kurdistanê  Komeleya Şawişka ya jinan bi dirûşma "Şoreşa wê berdewam e"  rawestandineke bê dengî li çarêya Mûnîr El-Hebîb birêve birin.

Di wê rawestandinê de jinan daxwaza mafê xwe yê rewa kirin, herwiha daxwaza wekheviya jin û mêran û rêlibergirtina zewaca keçên temen piçûk  û başbûna  rewşa jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê kirin, taybet di van pênc salên dawî de ku gelê Sûriyê bi giştî ji sedema şer û aloziyan di rewşeke xirab de derbas dibe.