Karsazên jin 30 kes xelat kirin

Komeleya Karsazên Jinên Kurdistanê(Business Women) di Hezîrana 2012an de hatiye damezrandin
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c22c45ae-b87c-4c84-8039-e3ec0bb936ae/roji%208march.ism/manifest

K24-Hewlêr

Bi helkefta 8ê Adarê roja jinan a Cîhanî Komeleya Karsazên Jinên Kurdistanê(Business Women) çalakiyek li darxist, tê de 30 jin yê dibwarê cor bicor de xizmeta welatê xwe kirine xelat kirin.

Derbarê vê çalakiyêde, Berpirsa Komeleya Karsazên Jinên Kurdistanê(Business Women) Tirûske Esad ji K24ê re wiha got: "Pêwîstiya Kurdistanê bi hemû kesî û karî heye, ew xizmet ne tenê ji aliyê mêran ve tê xwestin ji aliyê jinan ve pêwîste em welatê xwe ava bikin, em hemû bi hevre dikarin Kurdistanekî xweş û pêşkeftî ava bikin."

Çalakî bi sirûda Ey Reqîb hate destpê kirin, paşî berpirsa Komeleyê pêşwaziya jinan kir û pîrozbahiya hemûyan di roja wan ya cîhanî de kir, piştî wê komelayê û berpirsên wê dest bi xelatkirina 30 jinan kirin, ji wan jî Sînem Bedirxan, Evîn Aso, Dr. Şûkriye Resûl, Kurdistan Mogiryanî û pêşkêşkara navdar Naz Ebdula.

Komeleya Karsazên Jinên Kurdistanê(Business Women) di Hezîrana 2012an de hatiye damezrandin.